Wezîr Yerlîkaya: 6 rêxistinên sûcê hatin hilweşandin
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, desntîşan kir ku di encama xebatên ku hatine kirin de 6 rêxistinên cuda yên sûcê hatine hilweşandin, 75 şikdar jî hatine qefaltin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li dijî rêxistinên sûc ku serokên wan; li Mêrsînê Yûsra Altin (fîrarî), li Stenbolê Taha Kutay Karasoy (Fîrarî derveyê welat), li Entelyayê Samî Cerît (Fîrarî), li AYdinê Çetîn Gul, li Mereşê Mehmet Aşçi, li Îzmîrê Ercan Çelîk in operasyona “Kuyu-6” hat lidarxistin.
Yerlîkaya, diyar kir ku di encamê de bi tevî 3 serokên rêxistinê 75 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)