Li Dîyarbekirê ji ber doza danûstandinê şer derket: 4 birîndar
Li navçeya Bajara Nû ya Dîyarbekirê ji ber meseleya danûstandinê bi çekan şer dereket, di encamê şerê çekdarî de 4 kes birîndar bûn.
Bûyer, doh di seatên nîvroyê de li Kolana 7emîn a Taxa Alî Emîrîyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin; di dikanekî de ji ber meseleya danûstandinê nîqaş derket, nîqaşa ku derket di demeke kurt de ji şerê çekdarî re vegerîya. Di encama şerê çekdarî de R.T., S.Y., H.Y., û F.T. birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên cuda re hatin rakirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)