Di heftîyekê de li Nexweşxaneya Kemal Adwan 4 zarok ji bîrçîbûnê wefat kirin
Hat ragihandin li Şerîda Xazzeyê ya ku di bin dorpêç û êrîşên rejîma terorê de ye zarok ji birçîbûnê dimirin.
![Di heftîyekê de li Nexweşxaneya Kemal Adwan 4 zarok ji bîrçîbûnê wefat kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Z7wzWRBNUJaIwcCntLWRR2jHmgo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/25/di-heftiyeke-de-li-nexwesxaneya-kemal-adwan-4-zarok-ji-bircibune-wefat-kirin-1db29d3a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Nexweşxaneya Kemal Adwanê 4 zarokên din jî ji bîrçîbûnê wefat kirin.
Husam Ebu Safîyeyê Midûrê Nexweşxaneya Kemal Adwan derbarê mijarê de got ku di nava 2 heftîyên dawî de li zêdetirî 250 zarokan nîşaneyên birçîbûnê hatine teşxîskirin.(ÎLKHA)