• DOLAR 33.026
  • EURO 35.282
  • ALTIN 2463.233
  • ...
Li Îdirê êrîşa çekdarî: 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî îddîayan, komeke gundîyên Karabulakê ku ji xwe re diçûn zozanan, ji teref gundîyên Abbasgolê ve dûçarê êrîşa çekdarî bûn.

Di encama êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de yek jê giran 20 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovê ku giran birîndar bûbû ji nexweşxaneyê re hat rakirin û yên dinê jî li cîhê bûyerê hatin tedawîkirin.

Ev bû çend sale di navbera herdu gund de jî ji ber zozanan gengeşî heye lê gundîyên Karabulakê bi qerara dadgehê dikare ji xwe re biçe zozanan.

Hat diyarkirin ku cenderme li gund ewlehîyeke mezin girtîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir