Rêbeja Erzîncan-Sêwasê ji ber hezazê hat girtin
Rêbeja Erzîncan-Sêwasê ji ber hezazê ji çûnûhatina du alî re hat girtin.
![Rêbeja Erzîncan-Sêwasê ji ber hezazê hat girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/t8e_F44Kz_WvhvpV8ibh6iZLSmM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/23/rebeja-erzincan-sewase-ji-ber-hezaze-hat-girtin-a922d65a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Piştî barana zêde ya li bajêr, li herêma Sakaltutan Tûneler a ser rêya Erzîncan-Sêwasê hezaz çê bû.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, cendirme û rêbejê hatin sewqkirin li herêmê. Ekîban li ser rêya ku ji trafîka dualî re hat girtin tedbîrên ewlehiyê girtin.
Ekîbên Rêbejê ji bo ku rêya ku dorê dirêj e ji trafîkê re bê vekirin xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)