• DOLAR 32.856
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2429.649
  • ...
Urdin, bi milyonan hebên tiryakê bi dest xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midurîyeta Ewlehiya Kamuya Urdin, di daxuyaniya belav kir de ragihand ku, li Deriyê Sînorê ya El-Omerê ya sînora Erebîstana Siûdî nêzî 9,5 mîlyon hebê tiryakê ya Captagon û 143 kîlogram esrar bi dest xist.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, 2 kesên ku elaqa wan bi endamê çeteya girêdayî şebekeyê qeçaxçîtîya tiryakê hebû hatin girtin.

Di daxuyaniyê hat îfadekirin ku ev operasyona ku hat lidarxistin, bi xebata îstîhbarateke 2 mehan pêk hatiye.

Di van salên dawî de, ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê li her du welatên cîran ji Sûriyê li bakur û Iraqê li rojhilat, Urdin bûye şahidê zêdebûneke zêde ya hewildanên derbasbûn û qeçaxçîtiya madeyên tiryak. Di vê çarçoveyê de di van çend salên dawî de li ser sînor di navbera qaçaxçiyan û artêşa Urdinê de pevçûnên çekdarî rû didin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir