• DOLAR 32.923
  • EURO 35.222
  • ALTIN 2446.074
  • ...
Li Mêrsînê qezayek wek qetlîamê: 10 mirî 40 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat îfadekirin ku li ser rêya Mezin a TAGê otobûseke rêwîyan, derbasî rêya dinê bû û li 2 wesayît û kamyokekî qelibî.

Walîyê Mêrsînê Elî Hamza Pehlîvan, destnîşan kir ku di encama qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest dane, 40 kesan jî birîndar bûne û got, “Ji bo mirovên ku canê xwe ji dest dane ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfayê dikim.”

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz jî weha got, “Ez ji welatîyên me yên ku di qezaya li ser rêya Mezin a TAGa Mersînê pêk hat de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo malbata wan dawxazîya sebrê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Serê me sax be.”

Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Mêrsînê Vahap Seçer jî derheqê qezayê de weha got, “Ji welatîyên me yên ku di qezaya li ser Mêrsîn-Edeneyê pêk hat de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji xizmên wan re daxwazîya sebrê ji bo birîndaran jî dawxazîya şîfa lezgîn dikim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir