Malbateke Xezzeyî ku mala xwe terk kiribû bi peyama ku hiştibû qerarîya xwe nîşan da
Li bajara Refahê malbateke ku li Kampa Yabnayê ji mala xwe mecbûr man ku derketin, bi peyama xwe ya ku hiştibûn qerarîyên xwe û yên xelkê Fîlîstînê nîşan dan.
Ji ber êrîşên çeteyên sîyonîstên îşxalker malbatek mecbûr ma ku mala xwe terk kir, dema ku mala xwe terk kirin jî ji micahîdên berxwedanê re peyamek hiştin.
Di peyama ku hiştibûn de weha dihat gotin:
“Ey micahîdno! Xanî aîdê we ye û di bin emrê we da ye. Me ji we re hinek xwarinê hiştîye. Di nav xweşî û sihhetê de bixwin ey qehremanno! Ey wehşno dema ku em werin ji we re jî! Mirin ji we re ye û tunebûna we nêz e. Em hatin sirgunkirin. Em ê ji lêkirin û cîhadê re dîsa vegerin.” (ÎLKHA)