• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Xezzeyê 10 hezar pîrek û 15 hezar zarok hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê, bîlançoya êrîşên rejîma îşxalker ku ev bû 230 roj e êrîşan li dar dixe daxuyand.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmehê sala 2023yan vir ve rejîma îşxalker 3 hezar û 191 qetlîaman li dar xistine, di encama wan êrîşan de 15 hezar û 239 zarok û 10 hezar û 93 pîrek hatin şehîdkirin.

Bal hat kişandin ku herî kêm 10 hezar mirov hêj di bin kavilan da ne, 35 hezar û 800 kes şehîd bûne, 80 hezar û 200 kes jî birîndar bûne.

Hat îfadekirin ku di nav 7 mezelên komî yên ku di baxçeyên nexweşxaneyan de hatibûn definkirin de jî 520 cenazeya Fîlîstînî hatin derxistin, di êrîşan de 493 endamên tenduristîyê, 69 wezîfedarên parastina sîvîl û 147 rojnameger hatine şehîdkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir