• DOLAR 35.33
  • EURO 36.825
  • ALTIN 2999.02
  • ...
Pîremêrê ku ji teref midûrê dibistanê û kurê wî hatibû derbkirin jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di 15ê Kanûna Pêşîna 2023an de li otobusa ku diçû Nexweşxaneya Bajara Mêrsînê pêk hatibû. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, Î.T.yê ku hat hînbûn midûrê lîseya navçeya Tarsûsê ye û kurê wî A.O.T (17), Ramazan Polat (77) û hevjîna wî Hamdiye Polat (71) ku xwedî pîla dil bûn bû, ji ber ku felc bû nekarîn beşa rastê ya laşê wî tam bi kar bînin û ji ber nexweşiya gurçikê ketin derb kiribûn.

Piştî ku dîmenên li ser medyaya civakî hatin weşandin, midûrê dibistanê Î.T û kurê wî A.O.T hatin binçavkirin.

Di 17ê Çile de Midûrê dibistanê hat girtin, A.O.T jî piştî dîmenên nû nehatin eşkerekirin ji aliyê dadgehê ve hat binçavkirin û girtin.

Hate hînbûn ku Ramazan Polat ê 77 salî ku nêzî 2 hefte bû li nexweşxaneyê di bin tedawiyê de bû jiyana xwe ji dest da.

Der barê sedema mirina Polat de agahiyên teqez bi encama otopsiyê wê bê zanîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir