• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Li Bidlîsê otobusa rêwiyan gundirî çemê: 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Otobusa ku bi plaqeya 65 BJ 330e li nêzî gundê Yoncabaşi (Şukranîs) ji kontrolê derket û ket çem.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye, AFAD, polîs û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.

Ekîbên ku hatin cihê bûyerê bi alîkariya rêwiyan û welatiyên derdor ajokar û 6 rêwiyên otobusa ku ketibû çem xilas kirin. Piştî alîkariya ewil a li cihê bûyerê birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê ya Bidlîsê.

Rêwiyên otobusê bi otobuseke din a ku hat cihê qezayê hatin birin Wanê. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir