Li Emerîkayê barana zêde û bahoz: 4 mirî
Li Texasa wilayeta Emerîkayê ji ber baranên zêde û bahozê 4 kes mirin.
Hat ragihandin ku li bajarê Houstona girêdayî wilayeta Texasê camên avahiyên bilind şikestine, dar qulipîne û ji ber ku xetên cereyanê zirar dîtine nêzî mîlyonek kes bê cereyan mane.
John Whîtmîreyê Serokê Şaredariya Houstonê diyarkir ku ji ber bahoza tund herî kêm 4 kes mirine.
Hat ragihandin ku ji ber talûkeya lehîyê xwendingehên li Houstonê hatine betalkirin. (ÎLKHA)