Li Elmanyayê di avahîyê de teqîn: 3 mirî, 16 birîndar
Li bajara Dusseldorfa Elmanyayê di avahîyekî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest da, 16 kesan jî birîndar bûn.
![Li Elmanyayê di avahîyê de teqîn: 3 mirî, 16 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/R1xFkNGCKh5pNOOSxIiOuTEbowI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/20/li-elmanyaye-di-avahiye-de-teqin-3-miri-16-birindar-db1a413c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di avahîyekî ku li bajara Dusseldorfa wîlayeta Ren-Vestfalyaya bakur e de, di dikana ku di binê avahîyê de bû de teqînek pêk hat.
Hat îfadekirin ku piştî teqînê şewat derket û ew şewat belav bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref îtfaîyeyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku 3 kesan can xwe ji dest dane, 16 kesan jî birîndar bûne.
Hat ragihandin gelek mirov ên ku di avahîyê de bûn jî hatin xelaskirin. (ÎLKHA)