• DOLAR 34.421
  • EURO 36.38
  • ALTIN 2836.15
  • ...
Xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar û 500 kes hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji 18ê Nîsanê vir ve li zanîngehên bi prestîj ên Amerîkayê xwepêşandanên alîgirên Filistînê tên lidarxistin.

Zexta li ser xwendekaran roj bi roj zêde dibe.

Xwendekar ji aliyê siyasetmedarên alîgirên siyonîst û her wiha ji aliyê polîs û xwepêşanderên ku piştgiriya rejîma îşxalker dikin rastî êrîşan tên.

Di çalakiyan de herî kêm 2 hezar û 500 xwepêşandêr hatin binçavkirin ku di nav wan de gelek mamoste û profesor jî hene.

Tevî merasîmên mezûniyetê yên ku tê plankirin hefteya bê li zanîngehan bên lidarxistin jî, tê payîn ku xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê bidomin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir