Li Elmanyayê xwepêşandana piştgirîya ji bo Filistînê
Li Berlîna paytexta Elmanyayê xwepêşandana piştgirîya ji bo Filistînê hat lidarxistin.
Bi hezaran kesên ku li nêzîkî îstasyona metroyê ya Wîlmersdorfê kom bûn, ji bo protesto kirina êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Xezzeyê û peyde kirina çekan ji rejîma îşxalker a ji teref Elmanyayê meşîyan.
Xwepêşandêran, bertekên xwe bi gotinên “Almanya fînanse dike, îsraîl dikuje”, “Zûka agirbest, azadî ji Filistînê re” û “Jenosîdê bidin sekinandin” nîşan dan.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku, Elmanya bi peyda kirina çekan a ji rejîma îşxalker re dibe şirîkê sûca şerê. (ÎLKHA)