Di 3 bajaran de operasyonên sextekariyê: 10 girtin
Di encama operasyonên ku li 3 bajaran de hat kirin, 10 şikdar hatin şandin girtîgehê.
Di operasyonên hem dem ên li bajarên Denîzlî, Mûxla û Bûrdûrê de 14 şikdar hatin binçavkirin.
Şikdar bi avakirina rêxistinek ji bo pêkanîna sûc û sextekariya giran, belavkirina xaniyên kirê û motorsîkletên elektrîkê/ATV li ser medyaya civakî û malperan, û girtina hesabên telefon û medyaya civakî yên mişteriyan piştî razandina pere li hesabên wan ên bankê têne sûcdarkirin.
1 ji şikdaran piştî karên wî yên ewlehiyê hat berdan, 10 şikdarên ku ji 13 şikdarên hatibûn şandin edlîyeyê bûn hatin girtin, 3 kes jî bi şertê qontrola edlî hatin berdan. (ÎLKHA)