Li Rûsyayê du wesayît li hev qelibîn: 5 mirî
Li bajara Krasnodarê Rûsyayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza li ser rêbeja Armavir-Kurganinsk pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîtek ji ber ku ji rêya xwe derket û derbasî şerîda din bû bi wesayîta ku ji hember ve dihat qelibî.
5 kesên ku di wesayîtan de bûn mirin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)