• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Îngîltereyê bi sedhezaran kes ji bo Xazzeyê daketin kolanan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îngîltereyê bi sedhezaran kes daketin kolan û meydanan û rejîma siyonist protesto kirin.

Sazîya civaka sîwîl a bi navê Kampanyaya Piştevanîyê ya Filistînê bi banga ku di 18ê Nîsanê kiribû de bang li xelqê kiribû da ku dakevin kolanan û destekê bidin Filistînîyan.

Ji ber vê banga ku hatibû kirin bi sedhezaran kes li Londrayê ji bo Filistînîyan daketin kolanan.

Di daxuyanîya ku ji teref Kampanyaya Piştevanîyê ya Filistînê ve hat belavkirin de bang li hikûmeta Îngîltereyê hat kirin da ku dawî li şirîkatîya zilm û zordarîya siyonistan bê anîn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir