• DOLAR 32.354
  • EURO 34.887
  • ALTIN 2387.074
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan 34 hezarî derbas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû zêdetirî 6 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 48 kes hatin şehîdkirin, 79 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 97, hejmarê birîndaran jî derket 76 hezar û 980 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir