Li Îrlandayê ji bo Filistînê xwepêşana destekê
Li Dublîna paytexta Îrlandayê ji bo Filistînê xwepêşana destekê hat lidarxistin.
Xwepêşan ji teref Komaleya Piştevanîya bi Filistînê re ya Îrlandayê ve li Parka "Garden of Remembrance” hat tertîpkirin.
Xwepêşandarên ku al û bayraqên Îrlanda û Filistînê girtin û ber bi "Kildare Street"ê ve meşîyan.
Kesên ku beşdarî xwepêşanê bûn bang sekinandina qetlîam û êrîşên li Xazzeyê kirin û daxwaz kirin ku agirbest bê îlankirin.(ÎLKHA)