Li Nîjeryayê ji ber nexweşîyeke ku nayê zanîn 45 kes kirin
Hat ragihandin li parêzgeha Kanoya Nîjeryayê ji ber nexweşîyeke ku nayê zanîn 45 kes kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat ragihandin li parêzgehê ji ber nexweşîyeke ku hêj nehat tespîtkirin çi ye zarok, pîrek û îxtîyar jî di nav de 45 kes canê xwe ji dest dan.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo nexweşî bê tespîtkirin ji av û xwînê nimûne hatine girtin.(ÎLKHA)