HAMAS: Em daxuyaniyên Erdogan bi hurmet û serbilindî pêşwazî dikin
HAMASa Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê der heqê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da ku tevgerê dişibîne tevgereke wek Kuvayimîllîyeyê wiha got: "Bi piştgiriya wêrek a ku ji HAMASê û berxwedana li Filistînê re tê kirin re em bi hurmet û serbilind in."
![HAMAS: Em daxuyaniyên Erdogan bi hurmet û serbilindî pêşwazî dikin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/zZJMdO2LU0OOKn9dujjxf9qUPkk=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/16/hamas-em-daxuyaniyen-erdogan-bi-hurmet-u-serbilindi-peswazi-dikin-d38ade34.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
HAMAS di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em qîmetê didin daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku tê de helwesta xwe ya parastina gelê Filistînê, têkoşîna wan a rewa ya ji bo rizgarî û serxwebûna axa xwe û pêwîstiya agirbesteke lezgîn li Xezzeyê heye dubare kir."
Tevger di berdewama daxuyaniyê de wisa got:
"Em berawirdkirina rola Kuvayımilliye ya di dema Şerê Rizgariyê de û rola HAMASê ya di têkoşîna wê ya ji bo parastina gelê Filistînê, axa wan û cihên wan ên pîroz de teqdîr dikin. Bi heman rengî, em spasiya xwe û serbilindiya xwe ya kûr ji bo piştgiriya wî ya wêrek ji HAMAS û berxwedana li Filistînê re diyar dikin.
Ev daxuyaniyên wêrek û helwesta bi rûmet a Serokkomar Erdogan, helwesta dîrokî û rastîn a gelên bira Tirkiyeyê nîşan dide û ew dengekî wêrek e ku li kêleka gelê me yê li Xezzêye û piştgiriyê dide mafê gelê me yê azadkirina axa xwe, li ser axa xwe vegerê û dewletên xwe yên serbixwe ku paytexta wê Qudsê ava bikin. (ÎLKHA)