• DOLAR 33.982
  • EURO 37.725
  • ALTIN 2728.385
  • ...
IHO Ebrar li Burundîyê ji bi sedan malbatên feqîr re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîba IHO Ebrarê ya ku piştî nimêja sibê ji bo alîkariya xwarinê  ji paytextê welêt ber bi Nyagumarî ve çûn û piştî çend seatan gihaştin cihê ku ew ê lê alîkarîyê bikin.

Kesên hewcedar ên gundên navçeya Nyagumariyê ya Gitegayê ye û mehane di navbera 10-15 dolaran de qezencên wan heye yek bi yek hatin tespîtkirin û roja alîkarîyê xeber ji wan re hat dayîn da ku werin alîkarîyên xwe bigrin.  

Dildarê ÎHO Ebrar Abdulvahap Kaplan derbarê xebatên alîkariyê de ji ÎLKHAyê re axivî û got: "Li Burundiya ku welatê herî feqîr ê dinyayê ye di nav nifûsa 14 milyonî de gelek malbatên hewcedarê alîkariyê hene. Îro em hatin paytextê. Bi saxiya ÎHO Ebrarê me alîkariya 200 malbatên hewcedar kir.Mala hemû xêrxwazan ava be ku ew berpirsyarî girtine ser milê xwe û alîkarî gihandine van xuşk û birayên ku bi hezaran kîlometre dûr in.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir