• DOLAR 32.198
  • EURO 35.175
  • ALTIN 2429.108
  • ...
Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket  33 hezar û 175 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû zêdetirî 6 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 4 qetlîam hatin lidarxistin û di encama van qetlîaman de jî 38 kes hatin şehîdkirin, 71 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 33 hezar û 175an, hejmarê birîndaran jî derket 75 hezar û 886an.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir