Li Sûriyeyê êrîşa bombeyî: 7 mirî, 30 birîndar
Hat ragihandin li navçeya Azezê ya Bakurê Sûriyeyê di encama teqîna wesayîtekê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, li Azezê ya li hemberî Kilîsê êrîşa bombeyî hat kirin.
Bombeya ku di wesayîtekê de hatibû bicihkirin teqiya û piştî bûyerê şewat derket. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 7 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)