• DOLAR 32.995
  • EURO 35.801
  • ALTIN 2529.046
  • ...
Gel diçe ser sindoqan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hilbijêr li seranserê welêt diçin ser  sindoqan da ku îdarevanên herêmî yên ku dê 5 salan wezîfe bikin hilbijêrin.

Di hilbijartinên herêmî de namzetên 34 partiyên siyasî û her wiha namzetên serbixwe dikevin musabaqeyê.

Li seranserê welêt zêdetirî 206 hezar sindoq hatin danîn. 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêr dê dengê xwe bidin.

Di hilbijartinên herêmî de; Şaredariyên 30 bajarên mezin, 51 bajaran, 973 navçe û 390 bajarokan û 50 hezar û 336 muxtar dê bên diyarkirin.

Duh saet di 18.00 de pêvajoya propagandaya hilbijartinê qediya. Qedexeyên hilbijartinê îro di saet 23.59’an de bi dawî dibe.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê, li gorî şert û mercên demsalî û dema rojavabûnê, li 32 parêzgehên Rojhilatê dengdanê di seat 07.00an dest pê kir û dê di saet 16.00an da biqede.

Li cihên din ên li derveyî van bajaran saetên dengdanê wê di navbera saet 08.00-17.00’an de be. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir