• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yapicioglu li Kolikê axivî: Em ji bo îxmalkirina dehsalan temîr bikin têne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat navçeya Kolika Semsûrê û li vê derê dikandaran zîyaret kir, piştî zîyaretê jî di seatên êvarê de li ber qerargeha hilbijartinê hat cem hev.

Bernameya ku wek hevdîtina xelkê hat plankirin ji mîtîngekî mezin re veguherîya, bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Dûre namzedê Serokê Şaredarîya Kolikê yê HUDA PARê Adem Yavuz ji xelkê re axavtinekî silavdayînê kir.

“Heta ku zilm û îşxal neqede û em Xezzeyê ji rojeva xwe derbixin ev tişt bi me nakeve”

Yapicioglu destnîşan kir çiqas jî roja Yekşemê hilbijartin hebe jî di sernava rojeva wan de ew ê Xezze hebe, “Rojeva memleketê hilbijartin e, helbet yek ji rojeva me jî hilbijartin e lê ew ne rojeva me ya ewil e. Xezze hêj di rojeva me de cîh digre, mecbûre ku di rojeva me de hebe. Çîmkî nêzê 6 meh e li wê derê xwîn diherike. Îro jî xeberekî hat ku li Xezzeyê zarokekî dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest daye. Zarokên me, xûşk û birayên me yên li wê derê ji birçîna û bêdermanîyê dimirin. Hêna jî ew têne bombekirin, li ser wan mirin dibare. Heta ku ev zilm berdewam bike ew ê di rojeva me de cîhê xwe bigre. Dibe ku hineka reht bûne. Dibe ku hinek ewakî bifikirin, ‘me ew qas girt rojeva xwe lê hêna jî li wê derê xwîn diherike, êdî em qala li wê nekin, serê xwe bikin ber xwe.’ Paşgohkirina Xezzeyê bi me nakeve. Û bi îzna Xwedê hemû kes jî wan terk bikin em ê wan terk nekin, em ê pişta xwe nedin wan. Em ê xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê bîrva nekin.”

“Bi îzna Xwedê rejîma îşxalker a sîyonîst di demên xwe yên dawîn de ye û ji niha ve winda kirîye”

Yapicioglu bal kişand ku ew ê berxwedana Fîlîstînê; heta ku Xezze, Mescîdî Eqsa, Quds û Fîlîstîn bi temamî azad bibe wê berdewam bike, “Erê, ew ê berxwedan bidome. 75-76 sal e îşxal li ser axên Fîlîstînê berdewam dike. Piştî her êrîşê berxwedan biqewettir û bi gur rabûye pîya û bi îzna Xwedê ew ê heta ku Xezze, Mescîdî Eqsa, Quds û Fîlîstîn bi temamî azad bibe wê berxwedan berdewam bike. Zilma li wê derê ketîye halekî wisa ku dibe hinek hêvîyên xwe tune kiribin.  Lê xûşk û birayên min, ez ji li vê derê mizgînê didim we, bi îzna Xwedê rejîma îşxalker a sîyonîst di demên xwe yên dawîn de ye û ji niha ve winda kirîye. Tu însanekî bi kuştina zêde ya însanan herbê qezenc nake. Ger ku wisa bûya li Çeneqqeleyê bapîrên me 250 şehîdan dabûn û bi vê şeklê divê gerek welatê me bihata îşxalkirin. Lê wisa nebû. Li Cezayîrê bi milyonan însan şehîd bûn û encax îşxalkeran ji axên xwe derxistin. Lîbya, Misir, Efxenistan berê wan dan. Ew ê wan îşxalkeran jî Fîlîstînê terk bikin. Ew ê mecbûr bimînin ku birevin. Ji destpêka Tofana Eqsayê vir ve 700 hezar îşxalkerên sîyonîst axên Fîlîstînê terk kirine. Bi îzna Xwedê ew ê yên ku mane jî boxçikên xwe kom bikin û ji wan axan bicehimin herin û ew ê Fîlîstîn û Eqsaya me bighêje hurrîyeta xwe.”

“Dema ku me namzedên xwe diyar kir, li vê nihêrt ku kîjan namzed herî saxlem e”

Yapicioglu destnîşan kir ku doza wan ne doza partî, qoltix û meqamê ye ew li gorî vêya namzedên xwe diyar nekirine, “Erê, xûşk û birayên min vê Yekşemê ew ê sindoq werin pêşîya me. Partîyan demek dirêje xebatên xwe dikin. Helbet me jî hazirîyên xwe kirîye û em bi mehan e di nav xelkê xwe de ne, qala projeyên xwe dikin. Em nerînên xwe yên di warê sîyaset û birevberîyên mehellî de ji xelkê xwe re qal dikin. Em ji bona ku vana ji xelkê xwe re îzeh bikin dixebitin. Yên ku ti projeyên wan tinebin ew tenê sîyasetê dikin, bi vê şeklê dixwazin ku ser meseleya xizmetê bipêçin. Dema ku me namzedên xwe diyar kir, me lê nihêrt ku herî saxlem kî ye. Dema ku em derketin rê me got ku, derdê me û doza me ne doza partî, meqam û qoltixan e. Em lê nanêrin ku vê şexsê li ser qoltixê rûniştîye an jî rûneniştîye. Yê ku ji bona me muhîm e ev e ku mirovê ku li wê derê rûniştîye gelo çi dike an jî ew ê çi bike. Ev nerîn û gotinekî cuda ye û bi îzna Xwedê em ê vê nerîna xwe û gotina xwe belavê  temamî memleketê bikin. Bi îzna Xwedê ew ê ev nerîna me sîrayetê partîyên dinê jî bike. Ew ê ew jî mecbûr bimînin ku xwe dûz bikin.”

“Em ji bona ku riza Rebbê xwe qezenc bikin talibê xizmetkirina ji bo we bûne”

Yapicioglu destnîşan kir ku ew tewrekî sîyaseta ku xizmeta ji bo însanê bigre navenda xwe tesîs bikin armanc dikin, “Erê, ji roja ewil ku em derketine rê heta îro me gotîye ku ‘Pêşî Însan, Pêşevanî Edalet’ erê, sîyasetekî ku însanê nekirîye navenda xwe tu xêra wî sîyasetê ji însanan re tineye. Ji ber vê yekê divê pêşî însan be, pêşî xizmet be. Însan eşrefî mehlûqat e. Xwedê Teala ku xwedîyê kaînatê ye însanê ji bona ku ji wî re ebdîtîyê bike xuliqandîye û yên dinê jî ji bona ku ji însan re xizmetê bikin xuliqandîye, yanê wan kirîye bin emrê însan. Ji ber vê yekê divê li gorî şerefa însan ji însan re xizmet bê kirin. Em ji bona ku li ser serê însanên xwe quretîyê bikin an jî li serê serê wan bibin efendî naynê û derneketine rê. Em ji bona ku riza Rebbê xwe qezenc bikin talibê xizmetkirina ji bo we bûne. Bi îzna Xwedê ez wisa bawer dikim ku ew ê welatîyên meyên Kolikê di roja Yekşemê de mora xwe li ser birayê me Adem Yavuz bixin. Dûre jî em ê tev bi hev re zefera Kolikê pîroz bikin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir