• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
ÎHO EBRAR, li Efxenistanê bi wesîleya Remezanê kolîyên zexîreyê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çarçoveya projeyên meha Remezanê de, ÎHO EBRAR ji serê meha Remezanê vir ve xebatên xwe didomîne. Weqf, di çarçoveya xebatan de li wîlayeta Kunduza Efxenistanê şîva fitarîyê da, nan û kolîyên zexîreyê belav kir.

ÎHO EBRAR ku bexşên xêrxwazan, li Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji mihtacan re belav dike, li paytext û wîlayetên dinê bi navbeynkarîya temsîlkarîyên xwe kolîyên zexîreyê belav kir û bi vê şeklê bû wesîla xêrê.

Temsîlkarê Efxenistan yê ÎHO EBRARê Saîd Nurulla Haşîmî derheqê fealîyên xwe de agahîyan de û weha got, “Me li Efxenistanê kolîyên zexîreyê yên ku xêrxwazên me Xanim Înal û Elî Înal bexşên me kirine amade kir. Bi îzna Xwedê em ê van kolîyên xwe ji xwendekarên medreseyê, êtîm, jinebî û feqîran re belav bikin .Bi taybetî ez ji ÎHO EBRAR re ku ji vê xêrê re bûye wesîle teşekûr dikim, Xwedê ji xêrxwazan razî be. Xwedayê min bila li alîyê xwe qebûl bike.”

Temsîlkarê ÎHO EBRARê ragihand ku ew piştî ku van qolîyan ji xwendekarên medreseyê re belav bikin ew ê dûre ji malbatên feqîr, êtîm û jinebû yên ku ji erê ve tespît kirine re belav bikin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir