Ewrupa Yetîm Elî li Eskîşehîrê xwe gihand mihtacan
Ewrupa Yetîm Elî ku di çarçoveya xebatên Meha Remezanê de li Tirkîyeyê xebatan li dar dixe, fealîyetên xwe yên alîkarîyê didomîne.
Weqfa alîkarîyê çend rojên berê ji xebatên xwe re dest pê kiribû û di serî de Tirkîye; li Asya, Efrîqa, Balqanan û Rojhilata Navîn fealîyetên xwe li dar dixe. Weqf vê carê li Eskîşehîrê alîkarîyan belav kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê Ewrupa Yetîm Elîyê Serfa Şîşman û temsîlkarê Hannowerê yê Ewrupa Yetîm Elîyê Abdulqadîr Yilmaz jî beşdarî xebatan bûn. (ÎLKHA)