• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yapicioglu: Ger hûn  vê carê bêjin HUDA PAR, hûn ê her tim bêjin HUDA PAR
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ger hûn  vê carê bêjin HUDA PAR, hûn ê her tim bêjin HUDA PAR”

Yapicioglu di destpêka axavtina xwe de balan kişand li ser rewşa dawî ya li Xazzê û got ku ew ê her tim xwedîtî bikin û Xazzê di rojevê de bigrin. Yapicioglu dû re derbarê hilbijartinên mehelî û xebatên partîya xwe de wiha nirxandinan kir: “Em ê gelek tiştên ku dê li feydeya xelqê bin bi çavkanîyên vî welatî bikin. Dema ku me van tiştan bi înşallah ew ê ev xizmet li her derî belav bibe û têra her cihî bike. Heta niha ji partîyên cuda gelek kesên cuda cuda şaredarîyê îdare kirin. Em ji vê derê bang li temamê milletê xwe dikin, werin vê carê bibêjin HUDA PAR. Ez bawer dikim ger hûn  vê carê bêjin HUDA PAR, hûn ê her tim bêjin HUDA PAR. Erê werin vê carê di 31ê Adarê de bibêjin HUDA PAR.”

“Hinek kes weke ku diçin herbê xebatên xwe yên hilbijartinê dikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew ê piştî 3 heftîyan sindoq bên danîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em a niha di demajoyeke hilbijartinê de ne. Lê belê hinek kes hene ku ew kes weke naçin hilbijartinê amadehîyeke mîna çûyîna şer û herbê dikin. Em vê helwest û zimanê ku tê bikaranîn teswîb nakin. Heta ku ev yek bê guherîn em ê vê yekê bînin zimên. Em vê yekê dibêjin ger kesek an jî hin kes ji bo karibin bibin şaredar an jî ji bo îdareya şaredarîyê ji destê wan derneyê  radibin ewladên vî milletî bera hev didin û di nav wan de berberîyê çêdikin. Ew kes başîya vî milletî nafikirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir