Hat ragihandin navê Aylan Kurdîyê 2 salî yê ku di sala 2015an de di Behra Spî de xeniqî û jiyana xwe ji dest da bê dayîn keştîya bi navê "Professor Albrecht Penck"a ku ji bo rizgarkirina penaberan hatiye wezîfedarkirin.
Derbarê mijarê de ji teref sazîya alîkarîyê ya bi navê Gordenê Berdevkê Sea Eye ku tê wateya Çavdêrê Behrê ve hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin navê Aylan Kurdîyê 2 salî yê ku di sala 2015an de di Behra Spî de xeniqî û jiyana xwe ji dest da bê dayîn keştîya bi navê "Professor Albrecht Penck"a ku ji bo rizgarkirina penaberan hatiye wezîfedarkirin. Ew ê merasîma navdayînê di 10ê Sibatê de li Bendera Mallarcoya Îspanyayê bê tertîpkirin û Abdullah Kurdîyê bavê Aylan û Fatime Kurdîya xaltîya Aylanî beşdarî merasîmê bibin.
Gorden di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi sedan endamên wan ên dildar ên ku wezîfeya wan eslî dikandar, parêzer, doktor û xwendekar in hene û ji sala 2016an vir ve bi keştîyan zêdetirî 14 hezar kes hatine xelaskirin.(ÎLKHA)