Tuxayên Qassam ji malbatên êsîrên siyonist re peyam şand: Ma hûn nasên xwe zindî dixwazin an di nav tabûtê de?

Tuxayên Şehîd Îzzeddîn el-Qassam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye derbarê êsîrên siyonistên ên ku di destên wan de ne peyamek ji nasên êsîran re şand.

Ekleme: 21.01.2024 17:05:40 / Güncelleme: 21.01.2024 17:05:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Peyama ku ji teref Qassam ve hat belavkirin bi zimanên Erebî, Ingilîzî û Îbranî hat amadekirin.

Qassam di peyama ku ji malbatên êsîrên siyonist re şand de îfade kir wext her ku diçe ji bo êsîran teng û bi zehmettir dibe û wiha got “Ma hûn nasên xwe zindî dixwazin an di nav tabûtê de? Hikûmeta we ji we re derewan dibêje. Wext her ku diçe teng dibe.”(ÎLKHA)