Meteorolojî ji bo bakur hişyarî da

Midurtîya Giştî yê Meteorolojîyê, ji bakur re hişyarî da ku ew ê li hinek cîhan baraneke tund  û  her wisa berf bibare.

Ekleme: 21.01.2024 11:35:35 / Güncelleme: 21.01.2024 11:35:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nirxandinên dawîn ew ê li bakur di seatên serê sibehê de şilî çêbibe. Tê texmînkirin ku ew ê li bajarên  Semsûr, Çewlig, Diyarbekir, Xarpêt, Erzîncan, Meletî, Mereş, Sêwas, Dêrsim û Êlihê  baraneke zêde û li hinek ji van bajaran jî dê berf bibare.

Meteorolojîyê ji ber barîna berf û baranê hişyarî li hemwelatîyan kir.(ÎLKHA)