Siyonîst mexlûbiyetê qebûl nakin

Berdevkê Tûgayên Îzzetîn el Qessamê Ebû Ûbeyde, beyanateka nû da. Ebû Ûbeyde weha got: Mucahîdan di nava 4 rojan de 35 wesayitên eskerî îmhe kirin û 48 eskerên siyonîstan jî kuştine.

Ekleme: 25.12.2023 14:05:38 / Güncelleme: 25.12.2023 14:05:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mucahîdên Filistînî darbeyên giran li siyonîstan dixe.

Tûgayên Qessamê  di nava 24 saetên dawîn de  bînbaşiyek, û 19 eskerên îşxalker bi nîşangiran û teqemenî û roketan hedef girtin û li wan dan. Di encamê de herî kêm 6 siyonîstên îşxalker mirin.

Li herêma Cîbaliyeyê,  3 tanqên merkavayê ya siyonîstan bi roketên Yasîn 105an hat lêdan û îmhe kirin. Li herêma cûrh Ed Dîkê jî di bînayekê de 10 siyonîstan xwe verşê dabûn û di encamê de bi roketa TBG yê hatin lêdan. Gelek siyonîst mirin û birîndar bûn.

Tûgayên Qessamê di navde bînbaşiyek jî hebû 19 siyonîstan bi sîlehên nîşangiriyê û bi teqemeniyan hedef girtin. Hat gotin ku bînbaşiyek û çawîşekî qaşo siyonîstan hatiye kuştin.

Ebû Ûbeydeyê Berdevkê Tûgayên qessamê eşkere kir ku di nava 4 rojan de  35 wesayitên eskerî yên siyonîstan hatine îmhe kirin. Mucahîdan 48 eskerên siyonîstan jî kuştine û bi dehan siyonîst jî birîndar kirine.

Ebû Ûbeyde got ku me cîhên eskerî û herêm û mekanên civînê yên fermandarên sihayê yên siyonîstên îşxalker jî bi fuzeyan hedef girtiye.

Ebû Ûbeyde got ku me tel avîvê jî bi fuzeyan hedef girt

Rejîma îşxalker eşkere kir ku sûbayekî jî li xezzeyê hatiye kuştin.

Di vê navberê de siyonîstan jî qebûl kirin û eşkere kirin ku di navde sûbayekî jî heye 16 eskerên siyonîstan li Xezzeyê hatiye kuştin.(ÎLKHA)