Li Dîyarbekirê qeza: 2 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.11.2023 14:30:41 / Güncelleme: 28.11.2023 14:30:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat 11.30yan de li ser rêya Tepeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di encama li hev qelibîna 2 wesayîtan de 3 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Bismilê. Ji birîndaran Îshan Y. û Alaaddîn S. Canê xwe ji dest dan, hat hînbûn tedawîya Savaş A. Berdewam dike.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)