Li Êlihê mîtînga “Ji Tofana Eqsayê Re Destek” dest pê kir

Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê bi şîara “Ji Tofana Eqsayê Re Destek” mîtîngek li dar dixe.

Ekleme: 12.11.2023 13:55:42 / Güncelleme: 12.11.2023 13:55:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker ev bû 37 roj e êrîşî Xezzeyê dike û pîrel, zarok, îxtîyar û pitikan dikujîne.

Berxwedêrên Fîlîstînê jî li hember ev qetlîam û qirqirinê berxwedaneke bi nav û deng nîşan didin û bi hezaran sîyonîstan di encama operasyonan de kuştin.

Îro jî li Êlihê ji bo destekê ji teref Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê ve mîtîngek li dar dixe.

Mîtîng, di seat 13.00an de li ber avahîya Şaredarîyê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê ve hat belavkirin de, bang li hemû evîndarên Mescîdî Eqsa û Qudsê ên Êlihî hat kirin ku bila beşdarî mîtîngê bibin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, “Em ê di vê destekê de îsraîlê şermezar bikin. Em ê bînin ziman ku em li cem komên berxwedanê û ‘Tofana Eqsayê’ ne. Em di vî warî de gazî hemû xelkan, alîgiran û welatîyan dikin ku bila destekê bidin mîtîngê.” (ÎLKHA)