Li Tirkîyeyê wê di hemû camîyan de ji bo Xezzeyê dua bê kirin

Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş, destnîşan kir ku ew ê di hemû camîyên 81 bajaran de roja Yekşemê (sibe) piştî nimêja eşayê wê dua bê kirin.

Ekleme: 04.11.2023 17:15:40 / Güncelleme: 04.11.2023 17:15:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erbaş li ser hîxaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Em ji bona Xezzeyê duayê dikin. 5ê Mijdarê roja Yekşemê (sibe) piştî nimêja eşayê di hemû camîyên welatê xwe de ji bo birayên xwe yên Fîlîstînî ên ku li Xezzeyê tênê kuştin, hemû bi hev re duayê bikin. Em ê jî ji bo bernameyê wê li Camîya Enqere Hecî Beyram Welî bin. Em hemû birayên xwe ên li çar alîyê welat gazî ev bernameyan dikin.” (ÎLKHA)