102 tirên alîkarîyê ên dinê jî ketin nav Xezzeyê

Ji Xezzeya ku rejîma îşxalker a sîyonîst dorpêç kirîye û bombebarandinê dikin re 102 tirên alîkarîyê ên dinê jî hatin şîyandin.

Ekleme: 03.11.2023 13:35:05 / Güncelleme: 03.11.2023 13:35:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat belavkirin, doh 102 tirên dinê jî ji derê sînora Refaha Misirê ketin nav Xezzeyê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di nav 46 tiran de xwarin, di 11 tiran de av, di 4 tiran de derman, di 11 tiran de amûrên tenduristîyê, di 4 tiran de betanî, di 2 tiran de cil û berg, di 24 tiran de jî amûrên alîkarîyê ên dinê hene.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku heta niha ji têketina sotemenîyê re îzîn nehatîye dayîn. (ÎLKHA)