Ensarullah: Rejîma sîyonîst ji bo herêmê talukeyekî mezin e

Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yemenê Muhammed Abdusselam, bertek ji qetlîama sîyonîstan ku li Cîbalîyeyê lidarxistin re nîşan da û got, “Qetlîamên îsraîlê cînayetekî mezin e ku ti însanekî li hember wî nikare bêdeng bimîne.”

Ekleme: 01.11.2023 14:45:40 / Güncelleme: 01.11.2023 14:45:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Abdusselam li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand û bal kişand rejîma sîyonîst ji bo herêmê talukeyekî mezin e.

Abdusselam di daxuyanîyê de weha got, “Rejîma sîyonîst ji bo herêmê talukeyekî mezin e û ew ê çarçoveya herbê mezin bikin.” (ÎLKHA)