Batmanîyan ji bo Xezzeyê bi tevî bisîklet û motorên xwe derketin derve

Ji teref Serokatîya Baskên Ciwanîya Bajarê Êlihê yê HUDA PARê ve ji bona ku bal li ser qetîlam û xerakirinên li Xezzeyê tênê kirin bikşîne bi şîara “Êlih ji bona Xezzeyê bi tevî motor û bisikletên xwe di rêyan da ye” bernameyek hat lidarxistin.

Ekleme: 01.11.2023 11:15:41 / Güncelleme: 01.11.2023 11:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gera ku piştî nimêja eşayê li ber Kullîyeya Necat Nasirogluyê dest pê kir li ber “Kona Desteke Ji Bo Xezzeyê” bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bû.

Di dawîya gerê de ji teref Serokê Bajarê Baskên Ciwanî yê Êlihê yê HUDA PARê Burak Demîr ve daxuyanîyek hat xwendin.

“Li Xezzeyê birayên me yên ku îmana wan herî bilind e li hember hêzên ku qaşo hêzên super in herbê dikin”

Demîr di daxuyanîya xwe de weha got, “Em ji 7ê Cotmehê heta îro ji wan birayên xwe gotinekî tenê dibihîsin ew jî ‘Xwedê ji me re wekîl e, ew çi wekîlekî xweş e’. Li ser vê ayetê gotinekî Ustad Bedîuzzeman hat bîra min; ‘Misilmanê ku îmana heqîqî bidestbixe, ew ê ji kaînatê re meydanê bike.’ Îro li Xezzeyê birayên me yên ku îmana wan herî bilind e, ji artêşên dinyayê re, ji hêzên ku qaşo ew hêzên super in û balafirên herbê yên F16yan re meydanê dikin. Em jî ji roja ewil a herbê îro di meydanan de cîhê xwe girt. Bi taybetî em ciwanan, di hemû bernameyên ku feydeyên wan ji Quds û Mescîdî Eqsayê re hene re hatine kirin de cîhê xwe girtine.”

“Ey sîyonîstan, torinên Selahaddîn li vê derê ne”

Demîr di berdewama axavtina xwe de weha got, “Îro me pedalên xwe yên bisikletê ji bo birayên xwe yên Misilman ên li Xezzeyê re zivirand, me ji bo birayên xwe pêlê qornayan kir. Îro ji ber îmkanên di destê xwe de konvoya xwe ya bisikletê li vê derê dawî kir, ger li Mescîdî Eqsayê an jî Qudsê dawî bibûna wê dîsa jî ti birayekî me ji vê qonvoyê derneketa.

Ey sîyonîstan; Hûn di dema borî de bi Selahaddînekî me re nikaribû serî pê bikarana û ew we tarûmar kir. Lê îro bi sedan torinên Selahaddînên me hene û li vê derê ne. Wan sîyonîstên ku çavên wan di wan axan de ne; bila ev tiştê baş zanibin ku ev ciwanên ku bi destanên qehremantîya yên Şêx Ehmed Yasînan, Abdulazîz Rantîsîyan, Yehya Eyyaşan û Huseynê ku ji zilmê re serî rakirîye mezin bûne, wê cîhê ku we ji li wê derê re layiq dibînin encax wê binê axê be.” (ÎLKHA)