Hîzbullah, zayîatên sîyonîstan daxuyand

Tevgera Hîzbullahê Libnanê, daxuyand ku ew ji 8ê Cotmehê heta îro 120 leşkerên sîyonîstan kuştine, 9 tank û balafireke bênînsan jî îmhe kirine.

Ekleme: 01.11.2023 10:03:57 / Güncelleme: 01.11.2023 10:03:57 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di el-Menar TVyê de ku ew wek qenalê Hîzbullahê tê zanîn, derheqê operasyonan de înfografîyek hat belavkirin.

Hat diyarkirin ku hîzbullah di nav 23 rojan de li dijî îşxalkeran 105 operasyon lidarxistine.

Di encama operasyonan de 33 radar, 69 sîstema ragihandinê, 140 qamerayên ewlehîyê û 17 sîstemên xerakirina sînyalê hatine îmhekirin.

Xeyn ji van tiştan hat îfadekirin ku 9 tank hatin îmhekirin, balafireke bêînsan yê hewayê hat xistin û 120 leşkerên îşxalkeran jî kuştine. (ÎLKHA)