Kolombîya û Şîlî bang li sefîrên xwe yên li Tel Avîvê kirin

Kolombîya û Şîlî, ji bona ku ji qetlîamên rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê lidarxistin re bertekê nîşan bidin, sefîrên xwe yên li Tel Avîvê ji bona îstîşareyê gazî kirin.

Ekleme: 01.11.2023 09:40:38 / Güncelleme: 01.11.2023 09:40:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomarê Kolombîyayê Gustavo Petro, li hîsaba xwe yê medyaya cîvakî Xê weha got, “Ji bona îstîşareyê min qerar girt ku bila sefîrê me yê li îsraîlê ye were welatê xwe. Ger ku îsraîl qetlîamên li dijî xelkê Fîlîstînê nede sekinandin em ê li wê derê nebin.”

Serokê Dewleta Şîlîyê Gabriel Boric jî daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê hiqûqa mafên însanî ya navneteweyî îxlal dike, ji bona îstîşareyê bang li Sefîrê Tel Avîvê ya Şîlîyê kir.

Borîc weha got, “Şîlî, ev operasyona leşkerî bi tundî şermezar dike û di nav endîşeyê de dişopîne.” (ÎLKHA)