Tugayên Îzzeddîn el Qassam: Me li wesayîtên rejîma îşxalkeran xist

Tugayên Îzzeddîn el Qassam yên baskê Leşkerî ya HAMASê, daxuyand ew wesayîtên ku ketina nev Xezzeyê yên aîdê artêşa qaşo yên rejîma îşxlakeran kirine hedef.

Ekleme: 31.10.2023 12:09:59 / Güncelleme: 31.10.2023 12:09:59 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya Qassam de weha hat gotin, “Me li başûrê Xezzeyê, 4 wesayîtên rejîma îşxalkeran bi roketên Yasîn 105an hedef girt. Şervanên me li dijî hêzên dijmin bi teqemenî û çekên otomatîk herbê dikin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li bakurê Xezzeyê jî qilêderekî îşxalkeran kirine hjedef û wî perçe kirine. (ÎLKHA)