Ji Xezzeyê re alîkarîya însanî bi dilopê didome

Hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst ji 26 tirên dinê re jî îzîn da ku bila bikeve nav Xezzeyê.

Ekleme: 31.10.2023 10:15:34 / Güncelleme: 31.10.2023 10:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku Hîva Sor a Fîlîstînê hat bidestxistin doh 26 tirên dinê jî ji derîyê Refaha Misirê ket nav Xezzeyê.

Hat destnîşankirin ku di nav tiran de av, xwarin û derman hene.

Bi vê meseleyê hejmarê tirên ku bi temamî ketina nav Xezzeyê gihaşt 144 heban.

Encax heta niha ji sotemenîyê re îzîn nehat dayîn. (ÎLKHA)