Rejîma sîyonîst: Di destê Hamasê de bi tevî leşker û polêsan 239 êsîr hene

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, derheqê hejmara leşkerên êsîr û mirîyan de nûkirinê kir. Wî daxuyand ku di destê Hamasê de hejmarê êsîran 239, hejmarê leşkerên ku hatine kuştin jî 311 heb in.

Ekleme: 30.10.2023 10:15:35 / Güncelleme: 30.10.2023 10:15:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalkeran, daxuyand ku ji 7ê Cotmehê heta îro hejmarê leşkerên wan yên ku mirine 311 heb in.

Hat daxuyandin ku di navbera wan de herî kêm 10 heb efser in.

Berdevkê hêzên parastina îşxalkeran Danîel Hagarî hejmara leşkerên êsîran jî bi 239 heban nû kir, wî diyar kir ku di navbera wan de polês, leşker û karkerên bîyanî hene.

Hagarî, diyar kir ku ew mesulê Xezzeyê Yahya Sînwar kirine nav şopandinê û ew ê heta ku wî bibînin wê şopandina xwe bidomînin. (ÎLKHA)