Daxistanîyan, xwe girtin ser balafirgeha ku rêwîyên îşxalker dihatin li wê derê

Misilmanên Daxistanî yên ku xeberê girtin balafireke ku ji Tel Avîvê birê ketîye û di nav de sîyonîstên îşxalker hene tênê welatên wan, xwe girtin ser balafirgeha Maxaçqaleya ku li başûrê Rûsyayê ye.

Ekleme: 30.10.2023 09:55:32 / Güncelleme: 30.10.2023 09:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi sedan kesên Daxistanî yên ku hînbûn sîyonîstên ku ji Fîlîstînê direvin tênê welatên wan xwe girtin ser balafirgehê û di nav balafirgehê de Cihûyîyan gerîyan.

Li gorî dîmenên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin, Misilmanên ku wan sîyonîstên li Xezzeyê qetlîaman dikin li welatên xwe naxwazin, xebat kirin ku cîhê sîyonîstan yên di nav balafirê de ne tespît bikin.

Misilmanan, di nav balafirên ku nav balafirgehê de ne Cihûyîyan gerîyan, wesayîtên ku di nav balafirgehê de derdiketin jî hebo hebo dan sekinandin û di nav de lêgerînan kirin.

Di vîdeoyekî dinê de jî hat dîtin komekî sîyonîst, piştî dengê tekbîran cardin xwe kirin nav balafirê.

Piştî ev bûyerên ku pêk hatin ji teref Otorîteya Hewayî ya Rûsyayê, qerar girt ku Balafirgeha Maxaçqaleya Daxistanê bila bê girtin û balafirên ku werin jî bila biçin balafirgehên dinê.

Çapemenîya rejîma îşxalker jî diyar kir ku birêveberîya sîyonîst wan bûyeran di nêz de dişopîne.

Xeyn ji vana xelkê Daxistanê, ji bo desteka Xezzeyê xwepêşandanan lidarxistin û daxwaz kirin ku bila ji îşxalkeran re îzîn neyê dayîn ku bila werin welatên wan.

Piştî ku bûyer sekinîn sîyonîstan cardin kirin nav balafiran û balafirgeh jî hat girtin. (ÎLKHA)