HAMASê Tel Avîvê bi fuzeyan xemiland

Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ku baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) e, ragihand ku wan Tel Avîvê bombebaran kiriye.

Ekleme: 29.10.2023 15:20:38 / Güncelleme: 29.10.2023 15:20:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Tugayên Îzzeddîn El-Qessam ve hat dayîn de ev daxuyanî hat dayîn: "Tugayên El-Qessam wek berteka li hemberî qetlîamên sîyonîstan ên li Xezeyê li dijî sivîlan Telavîvê bombebaran dikin."

Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam jî ragihandin ku hewla êrişa artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst ser bajarê Beyt Lahiyê li bakurê rojavayê Xezzeyê ya dorpêçkirî pûç kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tûgayên Qassam de weha hat gotin: "Dijmin hewl da êrîşî bajarokê Beyt Lahiya yê li bakurê rojavayê Xezzeyê bike." (ÎLKHA)