Rejîma siyonîst bombeyên qedexekirî yên fosforî li Xezzeyê bikar tîne

Hat diyarkirin ku rejîma îşxalker a siyonîst di êrîşên xwe yên li ser Xezzzyê de bi bikaranîna bombeyên fosforê yên qedexekirî sûcê komkujîyê kir.

Ekleme: 29.10.2023 11:05:33 / Güncelleme: 29.10.2023 11:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Televîzyona Aksayê ku ji Xezzeyê weşanê dike ragihand ku balafirên şer ên rejîma îşxalker a siyonîst li esmanê bakurê Xezzeyê difirin û bombebarana xwe ya tund bi fosfora spî didomînin.

Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Ewropî-Behra Spî (Euro-Med) ku navenda wê li Cenevreyê ye Ramî Abdu, diyar kir ku rejîma îşxalker çekên fosforê li herêmên qelebalix ên li bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê bi kar tîne.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ku navenda wê li New Yorkê ye jî di raporên xwe yên berê de diyar kiribû ku rejîma îşxalker di êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê de fosfor bikar aniye. (ÎLKHA)