Serokê HAMASê yê li Xezzeyê Sînwar: Em amade ne ku pevguhertina êsîran bi dawî bikin

Serokê HAMASê yê Xezzeyê Yahya Sinwar ragihand ku ew amade ne di berdêla pevguhertinê de êsîrên îşxalker ên di destê Tugayên Qassam de ne serbest berdin.

Ekleme: 29.10.2023 09:55:31 / Güncelleme: 29.10.2023 09:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê HAMASê yê Xezzeyê Yahya Sinwar di derbarê Operasyona Tofana Eqsayê ya ku ji 7ê cotmehê vir ve dewam dike de cara ewil daxuyanî da.

Li gorî nûçeya Aksa TV, Sinwar weha got, "Em amade ne ku tavilê peymana pevguhertinê pêk bînin ku di berdêla berdana hemû êsîrên di destê berxwedanê de hemû mehkûmên di girtîgehên îşxalkeran de ne serbest bên berdan."

Berdevkê Tugayên Qassam Ebû Ubeyde beriya niha ragihandibû ku hejmara êsîrên siyonîst li Xezzeyê derdora 250 kes e, 200 ji wan di bin çavdêriya Tugayên El Qassam de ne û komeke ku derketiye holê ku welatiyên biyanî ne li Xezzeyê bûne mêvan.

Di çend rojên derbasbûyî de, Tuqayyên Qesam bi navbeynkariya Qeter û Misirê 4 êsîran serbest berdan ku di nav wan de jineke Amerîkî û keça wê û du cihûyên îxtîyar hebûn.

Kesên ku hatin berdan destnîşan kirin ku ên ku wan revandine muameleya baş li wan kirine û di encama bombebarana îşxalkeran de ji cihekî bo cihekî din hatine neqilkirin. (ÎLKHA)