Rejîma îşxalker hejmara êsîrên di destê HAMASê de daxuyand

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref artêşa îşxalkeran ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku hejmarê êsîrên ku Hamas li Xezzeyê di destê xwe de digre 224 kes in.

Ekleme: 26.10.2023 14:45:33 / Güncelleme: 26.10.2023 14:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew di daxuyanîya ku berê kiribûn de jî destnîşan kiribûn ku 222 êsîr in.

HAMAS heta niha 4 êsîran berda. Ji van 2yê wan dayîk û qîzikek Emrîqayî û du pîrekên îxtîyar ên îşxalker in.

Rayedarên artêşa rejîma îşxalkeran, diyar kir dibe ku hejmarê êsîrên ku di destê HAMASê de ne zêde bibe. (ÎLKHA)